Ji Îsraîlê hisyariya serdana Tirkiyê

30 May 2022 17:30 0 dîtin
Ji Îsraîlê hisyariya serdana Tirkiyê

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariya Îsraîlê bi sedema gefên Îranê yên tolhildana kuştina fermandarê Îranê Hesen Seyad Hudayî, hişyariya serdana welatên cîranê Îranê bo welatiyên Îsraîlê nûjen kir.

Li gorî daxuyaniya Konseya Ewlekariya Îsraîlê, gefa êrîşkirina ser welatiyên Îsraîlê li welatên cîranên Îranê zêde bûye ku ragihandina hişyariyê ya bo Tirkiyê jî natiye nûkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di van rojên dawî de li welatekî din ê cîranê Îranê, gefên li ser welatiyên Îsraîlê zêde bûne û hişyariya serdana bo Tirkiyê hat dayîn.

Hefteya borî Fermandarekî bilind ê Supaya Pasdarên Îranê bi navê Hesen Seyad Hudayî li Tehranê ji aliyê kesekî bi motorsikletê ve bi guleyan hatibû kuştin, lê rêveberiya Tehranê bêyî ku rasterast Îsraîlê tohmetbar bike, îşaret bi Îsraîlê kiribû.