Kiliçdaroglu wê îro serdana HDPê bike

20 March 2023 13:28 0 dîtin
Kiliçdaroglu wê îro serdana HDPê bike

PeyamaKurd – Namzetê Serokomariyê yê Tîfaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu wê îro serdana Hevserokên Giştî yên HDPê bike.

Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Neteweyî Kemal Kiliçdaroglu îro saet di 12:00 de wê serdana Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bike.

Tê payîn ku hevdîtin li Meclîsê pêk were.

ÇI QEWIMÎ?

Hat ragihandin ku Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu wê di 18ê Adarê de li Navenda Giştî ya HDPê biçe serdana Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar.

Di daxuyaniya HDPê ya beriya serdanê 2 rojan de wiha hat gotin, civîn ji ber dijwariya bernameyan hat taloqkirin.