Lesker daketin kuçe û kolanan
PeyamaKurd- Li welatê Ermenistanê leşker jî daketin kuçe û kolanan. Muxalefeta ku nidixwest Serj Sarkisyan bibe serokwezîr, piştî ku hat hilbijartin jî xwepêşandanên wan dewam dikin û leşker jî tevli xwepêşandanan bûn.
Wezareta bergiriyê ya Ermenistanê ragihand ku wê di derbarê leşkeran de lêpirsîn bidin destpêkirin. Gelek leşker di sefa muxalefetê de rexne li Sarkisyan dikin. Leşkerên xwepêşandêr li ser karê xwe ne û di dema xwepêşandanan de sîlih li ser wan tine ne.
Xwepêşandanên muxalifan 11 roje ku li payîtext Yerîvanê dewam dikin. Serokê muxalifan Nikol Paşinyan û serokê partiyên din yên muxalif Ararat Mîrzoyan û Sasun Mikaelyan niha girtîne.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro bersiva rojnamevanan da û got ku ti mudaxeleya wan bi xwepêşandanan tine ye û ew karê Eremnistanê yên navxweyiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin