Li bajarê Rihayê dibistanan tatîl kirin

15 February 2024 01:58 0 dîtin
Li bajarê Rihayê dibistanan tatîl kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê ji ber baran zêde bariya ava newala nava bajêr rabû û rêya navbera Riha û Wêranşehrê hat girtin. Rayedar ji her dû aliyan de rêyan girtin. Polîsê trafîkê ji aliyê Rihayê û ji aliyê Wêranşehrê de rê girtin û rêyên din dan ber ajotvanên erebeyan.

Li navça Sêwereg a (Siverek) bi ser bajarê Rihayê ji ber rabûn alehiyê otomobîlekî ku 5 kes di nav de bûn ket ber pêlên lehiyê. Hemwelatiyên ku otomobîlê dîtin, xwe avêtin nava avê û 5 kesên di otomobîlê de rizgar kirin.

Li ser baran û lehiyê parêzgerê Rihayê Hasan Şıldak ragihand ku li ser lehiyê dibistanên seretayî û navendî ji bo rojekî tatîl kirine.