Li Derya Îzmîrê erdhej çêbû

28 February 2023 11:32 0 dîtin
Li Derya Îzmîrê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Erdhej 14,5 kîlometre di bin erdê de rû da.

Li Derya Îzmîrê di saet 21:22an de bi lerza 4,1an erdhejek pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li Behra Îzmîrê ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî bajarê Foça ye, erdhejeke bi lerza 4,1 pêk hat.

Erdhej 14,5 kîlometre di bin erdê de rû da.

Ji aliyê din ve Parêzgarê Îzmîrê Yavuz Selîm Koşger jî diyar kir ku ji ber erdhejê der barê ziyanên canî û madî de tu agahî nehatin bidestxistin.

Koşger li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Li bajarê me Foçayê bi lerza 4,1an erdhejek pêk hat. Derbarê ziyanên canî û malî de agahî ji me ne hat. Derbasbûyî be Îzmîr. Xwedê welatê me ji felaketan biparêze."