Li Pakistanê êrîsê otêla lux kirin
PeyamaKurd- Li Pakistanê bo otêlêkî 5 stêrk êrîş hat kirin. Kesên êrîşker bê ku hedefeka wan hebe, bi sîlihan li kesên li otêlê dan. Li gor ragihandina rêvebirê polîsan Aslam Banguzlay ku bo çapemeniyê ragihandiye, li başûrê welat li bajarê Gwadarê ku dikeve kenarê Behra Ûmmanê hinek kes siet li dora 16.50 yan ketin hundir. Şer niha dewam dike û di mijara kuştî û birîndaran de ti agahî nehat dayîn.
Rêvebirê polîsan yê eyaleta Belûcîstana bi ser Gwadar Muhsîn Hasan Butt ragihand ku %95 kesên di otêlê de hatine rizgarkirin. Butt got ku kesên ketine otêlê 2 an 4 kesin û dibe ku bi botan hatibin ji behrê de ketibin hundir. Otêla ku êrîş lê hat kirin, li Gwarê ye. Dikeve dawiya noqteya projeya Korîdora Aboriyê ya Pakistan û Çînê (CPEC).
Projeya lîmanê ya ku Çîn 50 mîlyar dolarê xwe dixê, di nav de ragihandin, enerjî, tûrîzm û înşaat hene. Rêxistinên Belûcistanê bi sedema ku wek hev ji dewlemendiyên CPECê û Belûcistanê fêde nabînin, gelek caran êrîşê projeyan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin