Li Silêmaniyê erdhej çêbû

10 November 2020 11:31 0 dîtin
Li Silêmaniyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Silêmaniyê îro erdhej çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê, tu ziyanên canî çênebûne.

USGSê diyar  kir, navenda erdhejê li Çemçemalê bû. Pileya wê 4.8 li gor pîvera Rîxter bû. Li Silêmaniye, Kerkûk û Hewlêrê jî erdhej hat hestkirin.

Li gor zanyariyan, ji ber erdhejê hin şênî ji malên xwe derketin, bi taybet li avahiyên bilind erdhej zêdetir hat hestkirin.