Malbata Abdullah Öcalan seredana Îmraliyê kir
PeyamaKurd – Malbata serokê PKKê ya Abdullah Öcalan çû girava Îmraliyê û bi Abdullah Öcalan re hevdîtin kir. Di seredana malbatê de, parlementerê Rihayê ku hem biraziyê Abdullah Öcalane Ömer Öcalan û birayê Abdullah Öcalan, Mehmet Öcalan û gelek kesên din ji malbatê hebûn. Seredan di çarçova seredana cejna Remezanê de çêbû.
Li gor ragihandina DEM Partiyê; Abdullah Öcalan bi biraziyê xwe Ömer Öcalan, birayê xwe Mehmet Öcalan, bi Hamili Yıldırım, biryarê Hamili Polat Yıldırım, Ömer Hayri Konar û birayê wî Ali Konar, bi Veysi Aktaş û xwuşka wî Sabiha Aslan re hevdîtinê kir.
Piştî hevdîtinê, heya niha ji malbata Abdullah Öcalan ti daxwuyanî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin