Abdullah Ocalan li Îmraliyê emeliyat bû
PeyamaKurd – Hate hînbûn ku dema hevdîtinên Îmraliyê dewam dikirin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan emeliyata kataraktê bû û hat ragihandin ku emeliyateke din jî tê plankirin.
Ev agahî di civîna duyemîn a 22ê Çile de ji heyeta DEMê re hate ragihandin.
Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, emeliyata Rêberê PKKê Ocalan li Îmraliyê hat kirin. Herwiha hat ragihandin ku dibe ku Ocalan ameliyata duyemîn a kataraktê bike.
Derbarê mijarê de Pervîn Buldan di hevpeyvîna xwe de wiha got:
"Dema ku em cara duyemîn çûn, got ku Ocalan emeliyata kataraktê kiriye û emeliyat bi ser ketiye. Got ku dîtina wî gelek çêtir bûye. Di serdana me ya sêyemîn de min dît ku çavên wî diherikin û destmal bi kar tîne. Hat gotin ku ev ne girêdayî kataraktê ye, lê ji ber girtina rêyên rondika ye. Lê belê li ser vê yekê biryara emeliyatê nehatiye dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin