Miçotakis, bersiva gotinên Erdogan da
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên li dijî Yunanîstanê axivî. Miçotakis diyar kir ew gotinên ji bo wan tên gotin, nayên qebûlkirin.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Proto Themayê de hat parvekirin, Kiryakos Miçotakis li ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Yunanîstanê axiviye û daye zanîn ku ev gotin, rewşa heyî sor dikin.
Li gorî nûçeyê, Miçotakis got ku yê li giravan bûye gef, Tirkiye ye. Miçotakis di dewama nirxandinên xwe de got,
“Daxuyaniyên Birêz Erdogan, nayên qebûlkirin. Berovajî daxuyaniyên Serokomar Erdogan, yê li gravan dibe gef, Tirkiye ye. Erdogan beriya hilbijartinan, netewperestî kiriye mijara xwe.”
Miçotakis di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê û da zanîn ku ew ê rêyên pêwendiya Atina û Enqereyê vekirî bihêlin û ji bo vê jî civîna ‘Civaka Siyasî ya Ewropayê’ ku tê payîn li Pragê bê kirin, nîşan da.
Serokwezîrê Yunan di dawiya axaftina xwe de got,
“Ez her dem amade me ligel Erdogan hevdîtinê bikim û ji bo ku dê derfeta me ya hevdîtinê çêbibe, ez minetdar im. Heger heye Tirkiye jî vexwendî wê civîna li Pragê be. Em nabin asteng ku Enqere beşdar bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin