Milyarderê nêzîkî Zelenskiy, hat desteserkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, dadgeheke li Kievê, biryara binçavkirina milyarderê Ukraynayî Ihor Kolomoisky da ku berê nêzîkî Serokomar Volodimir Zelensky bû.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Ihor Kolomoisky, bi tohmeta sextekarî û pakkirina pereyan hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, Kolomoisky yê 60 salî ku yek ji dewlemendên welêt e, dê 3 mehan desteserkirî bimîne.
Her wiha hat zanîn ku dadgehê biryar da ku "tedbîra pêşîlêgirtinê" bigire û biryara kefaleta Kolomoisky jî wekî 509 milyon hryvnia (nêzîkî 12,7 milyon euro) da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin