Modi û Zelenskiy, rewsa ser nirxand

27 December 2022 16:30 0 dîtin
Modi û Zelenskiy, rewsa ser nirxand

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Hindîstanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modi, bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re bi telefonê axiviye û herdu rêberan, rewşa dawî ya şer nirxandiye.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Narendra Modi û Volodimir Zelenskiy, di axaftina telefonî de li ser xurtkirina hevkariyên hev û din û  pevçûnên ku li Ukraynayê dewam dikin, nêrînên xwe bi hev re parve kirine.

Hat diyarkirin ku Modi bi banga xwe ya ji bo rawestandina şer a demildest bi girîngîpêdaneke tund dubare kiriye. Hat tekezkirin ku Hindîstan piştgiriya her cure hewildanên aştiyê dike û Modi jî piştrast kiriye ku ew ê alîkariyên mirovî ji gelên ku ji pevçûnên li Ukraynayê bi bandor bûne re berdewam bikin.

Her wiha di hevdîtinê de li ser Serokatiya Hindîstanê ya G20 û formula aştiyê ya Ukraynayê ya bi navê "Formula Ukraynayê" ku ji 10 xalan pêk tê, ji bo bidawîkirina şer hatiye gotûbêjkirin.

Serokê Ukraynayê Zelenskiy jî di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahî parve kirin û got,

“Min bi Serokwezîrê Hindîstanê Modî re pêwendiyeke telefonî pêk hanî û jê re serokatiyeke serkeftî ya dema G20ê xwest. Min formula xwe ya aştiyê li ser vê platformê ragihand, niha jî ez bawer im ku Hindîstan beşdarî pêkanîna wê bibe. Ez jî ji bo alîkariya mirovî û piştgiriya li Neteweyên Yekbûyî (NY), spasiya Modi dikim.”