Nêçîrvan Barzanî: Berpirsiyariya PDKê, mezin e

16 August 2023 14:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Berpirsiyariya PDKê, mezin e

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya rastlêhatina salvegera 77emîn a damezirandina PDKê, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, li ser salvegera damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek da û di daxuyaniyê de bal kişand ser rol û misyona PDKê ya dîrokî.

Serokê Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de wiha got:  

“Ez bi rêz û rûmet salvegera bûyer û werçerxaneke mezin a çarenivîsa di dîroka gelê Kurdistanê de dikin.

Ez bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî, malbat û kesûkarên şehîdan, polîtburo û komîteya navendî û hemû organ, kadro û endamên PDKê dikim.

Şanazî ye ku PDK piştî temenekî dirêj, heta niha bi germ û gurî di meydana xebatê de ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Ji bo rûbirûbûn û çareserkirina astengî û bidestxistina siberojeke baştir û bi hêvî, rêbertiya xelkê Kurdistanê û armancên wê yên bilind dike. Îro wekî dîrok û dana qurbaniyan, erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in.

Divê PDK înisiyatîvê bigire

Divê PDK wekî her demê erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, hemû kesan li hev kom bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan înisiyatîvê bigire. Divê parêzer û pêşengê tebayî, yekrêzî, bihevrebûn, hevqebûlkirin û alîkariyê be.

Divê rola xwe ya çalak û bibandor di parastina azadî, demokrasî, maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û ferzkirina federaliyê de bibîne.

Silav li hemû endamên partiyê. Ez ji we û hemû gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê dikim.”