Neteweyên Yekbûyî, hisyariya pêla koçberan da
PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku îsal 400 hezar koçber dikarin ji Darien Gapê ya di navbera Kolombiya û Panamayê de derbas bibin.
Li gorî raporta NYê, dibe ku îsal hejmara koçberên neqanûnî yên ku hewil didin derbasî Darien Gapê bibin ku rêya koçberên neqanûnî ye, li ser sînorê welatê Amerîkaya Navîn Panama û welatê Amerîkaya Başûr Kolombiyayê, îsal bigihîje 400 hezarî.
Li gorî raporta ku ji aliyê ofîsên penaber û koçberan ên Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin, tê texmînkirin ku ji destpêka îsal ve derdora 100 hezar kes di Deriyen Gapê re derbas bûne û ev hejmar li gorî heman heyama par, 6 qat zêdetir e.
Li gor texmînan, par 250 hezar koçber di vê rêyê re derbas bûne û ev jî wekî zêdebûneke berçav tê pênasekirin.
Her wiha hat zanîn ku Amerîka, pabend e ku piştgiriyê bide Kolombiya û Panamayê di berhevkirina îstîxbaratê de ji bo ji holê rakirina torên qaçaxçîtiyê yên ku li Darien Gapê dixebitin.
Darien Gap, perestgeha jîngeha kovî ya bi daristan, zozan û çiyayan tijî ye û ji bo derbasbûna koçberan rêyeke xeternak e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin