Nirxandina 'Rojhilata Navîn' ji Serokwezîrê Iraqê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku rewşa Rojhilata Navîn hestiyar û aloz e û got, eger alozî zêdetir bibe wê encamên xerabtir derkevin holê.
Sûdanî di panela bi sernavê (Parastina Ewlehî û Hevahengî li Cîhaneke Belavbûyî) ya di çarçoveya 54emîn Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) de ku li Davosê hat lidarxistin de axivî.
Sûdanî got, "DAIŞ li welatê me ava bû" û got, "Ne tenê ji bo welatê me, ji bo tevahiya cîhanê metirsî bû. Rast e gelê me gelek êş kişand, lê em bi hevkarîkirina bi hevalbendên xwe re bi ser ketin. Tevî hemû dijwarî û nîşaneyên siyasî, me bi awayekî demokrasî pêk anî û aştî li welatê xwe damezrand da ku federalî û aramiya herêma xwe misoger bikin.”
Sûdanî amaje bi hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê yên ku di 18ê Kanûnê de hatin lidarxistin jî wiha got: “Li Kerkûkê jî hilbijartin hat kirin ku bi salan e hilbijartinên encumenên parêzgehan nehatine kirin. Ev beşeke Iraqê ye ku bi awayekî eşkere têkiliyên me yên siyasî hene. Rewşa siyasî ya berê êdî nemaye. Siyaseta me li ser bingeha xizmetkirina welatiyên me ye.”
Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku Iraqê pirsgirêkên siyasî, aborî û avhewayê hene û got ku ew hewl didin li gor daxwazên xelkê îstixdamê biafirînin û reformên aborî pêk bînin û wiha got: "Iraq niha aram e, ev yek ji bo gel, hemû herêm û cîhanê girîng e."
"Em nizanin wê paşê çi bibe"
Sûdanî diyar kir ku ji ber bûyerên li Xezzeyê destpê kir û piştre veguherî "jenosîdê" rewşa Rojhilata Navîn aloz bû û wiha got: "Civaka navneteweyî bêdengî tercîh kir û tenê çend konferans li dar xistin. Niha, zêdetirî 100 roj derbas bûne, şer zêdetir bûye. Em nizanin wê paşê çi bibe, lê rewş hesas e û dibe ku encamên xirabtir hebin."
Sûdanî li ser pêwendiyên Îran û Amerîkayê jî wiha got:
“Pêwendiyên me bi cîranên me re hene, têkiliyên me yên çandî, dîrokî û erdnîgarî bi Îranê re hene, berjewendiyên me yên hevbeş hene, Îran di şerê li dijî DAIŞê de ligel me bû. Herwiha têkiliyên me bi Amerîkayê re jî hene û dema pêwîst bû li cem me rawestiyan û ji bo hilweşandina rejîma Baas a Iraqê alîkariya me kirin. Iraq niha dikare di navbera Îran, welatên din û civaka navdewletî de rola navbeynkariyê bilîze. Em di wê baweriyê de ne ku divê rêz li serweriya welatên cîran bê girtin. Divê Iraq ji bo welatên cîran nebe metirsî. Em li herêmê aramiyê dixwazin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin