Obama, Donald Trump pîroz kir

07 November 2024 14:32 0 dîtin
Obama, Donald Trump pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê berê Barack Obama ku yek ji mezintirîn piştgirên Kamala Harris e, ji ber serketina Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de pîrozbahî lê kir.

Obama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek par ve kir.

Obama ji ber serkeftina hilbijartinan Trump û namzedê cîgirê wî  Vance pîroz kir û di peyama xwe de ev gotinên jêrîn bi kar anîn:

“Di çend hefteyên dawî de û di roja hilbijartinê de, bi milyonan amerîkiyan dengên xwe bi kar anî. Ne tenê ji bo serok, lê ji bo rêberên di her astê de. Encam derketin, û em dixwazin Serok Trump û Senator Vance ji ber serkeftina wan pîroz bikin.”

Li Amerîkayê di navbera 5-6ê mijdarê de hilbijartinên seroktiyê hatin kirin. Donald Trump ku di hilbijartinan de ji bo serokatiyê têkoşiyabû, serkeftina xwe îlan kir û ragihand ku ew 47emîn serokê welêt e.