Pêsmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê kustî hate dîtin!

05 September 2018 12:17 0 dîtin
Pêsmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê kustî hate dîtin!

PeyamaKurd- Li Herêma Silêmaniyê pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê, mirî hate dîtin. Li gorî lêpirsîna polîsan, pêşmerge hatiye kuştin.

Di derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji çapemeniya Kurdî re axivî û wiha got: “Îro danê sibehê agahiyek hat ku pêşmergeyekî Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (KOMELE) hatiye kuştin. Piştî ku em çûne ser laşê pêşmergeyî, hat fêhmkirin ku pêşmerge hatiye kuştin.

Serkewt Ehmed wiha berdewam kir: “Me jî laşê pêşmergeyê 26 salî rêkire nojdariya dadê ya bajarê Silêmaniyê. Lê bûyer dişibe xwekuştinê.