Qral balafira rêwiyan anî Îstenbolê

25 November 2018 21:10 0 dîtin
Qral balafira rêwiyan anî Îstenbolê

PeyamaKurd- Qralê Hollandayê Willew-Alexander ev 22 sale ku di şîrketa Hollandayê ya qraliyetê (KLM) de, weka hobî pîlotiyê dike lê bê ku haya kesî jê hebe. Di sefereka xwe de, bi pîlotê din re balafirê ajot û 131 rêwiyan bi balafira Boeing737-700ê ji Amsterdamê anî Îstenbolê.

Dema qral wê balafirê bajo, ji bilî tîma balafirê kes nizane lê vê carê wezîfedarên ji bilî tîma kokpîtê, dema silavê da wan, ew naskirin. Rêwî dema ji balafirê peya bûn, zanîn ku qralê Hollandayê weka pîlotekî di balafirê de wezîfedare û wan aniye heya Îstenbolê.