Rêveberiya Xweser, îdiayên talankirina neftê bersivandin
PeyamaKurd- Li ser daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Çînê û kompaniya Golfsands a Brîtanî ya ku dibêjin nefta li Suriyeyê tê derxistin û hatiye talankirin, Rêveberiya Xweser a Rojava daxuyaniyek da.
Li ser îdiayên ku nefta Suriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye talankirin, Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava, bertek nîşanî daxuyaniyên navborî da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê, hin saziyên çapemeniyê yên girêdayî hikûmeta Şamê û hin kompaniyên ku di nav wan de kompaniya Golfsands a Brîtanî jî heye, diyar kir ku neft û genimê ku ji herêma Cizîrê tên hilberandin, li gorî wan bi awayekî neqanûnî hatine bidestxistin û ev dewlemendî tê dizîn û bi peymanên navbera HSD û Amerîkayê, ji bo welatên cîran tê hinardekirin.
Li ser vê yekê, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve daxuyaniyek hat dayîn û ev îdia hatin redkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku
“Ev gotin derew in û tenê helwesteke siyasî ye. Ji ber ku bi zuhabûna li herêmê re, dexmê berdest têra welatiyan nake. Di derbarê petrolê de jî ev navçe piştî gelek salên berxwedanê, ji destê IŞÎDê û terorê hatiye rizgarkirin û piraniya bîrên petrolê wêran bûne û kar nakin. Nefta heyî têra hewcedariyên herêmê nake û beşek ji wê di hundirê Suriyeyê de tê bikaranîn.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Vinbin, hefteya borî ji çapemeniyê re axivîbû û gotibû ku
"Em ji ber eşkereyiya talankirina Suriyeyê ya Amerîkayê û rezîliya vê rewşê, mat mane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin