Rûsya balafira Amerîkayê xistiye
PeyamaKurd- Fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê ya bi navê AFRICOM ê ku serpereştiya wê general Stephen Townsend dike, bo ajansa Brîtanî ya Reutersê ragihandiye ku meha borî, sîstema hewayî ya Rûsyayê, balafira wan ya bêmirov li payîtexta Lîbyayê li Trablûsê xistiye. Li ser beyana Amerîkayê heya niha ti beyaneka Rûsyaye nebûye.
General Stephen Townsend got ku sîstema parastina hewayî ya Rûsyaye li Trublûsê balafirek aîdê ertêşa Amerîkayê xistiye. Townsend, weha got:
“Dema Rûs li balafirê xistin nizanibûn ku ya kêye. Lê niha dizanin ya kêye û red dikin ku bidin. Dibêjin ku ew nizanin balafir li ku derê ye lê ez bawer nakim.”
Townsend got ku li herêmê leşkerên Rûsyayê yên bi pera dixebitin hene. Sîstema hewayî ya ku Emaratan daye Xelîfe Hafter heye û sîstem dixebite. Di dema ku balafira Amerîkayê li herêmê ket, di heman demê de ya Îtalyayê jî ket.
Di destê Hafter de sîstema ku balafiran bixîne tine ye û Rûsya ji Hafter daxwaz kiriye ku xistina balafirê bigre ser xwe û Hafter jî veya qebûl kiriye. Ji Rûsyayê heya niha ti bersivekî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin