Rûsyayê bersiva gotinên Macron da!
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên, “Em amade ne ji bo Rûsya di şerê Ukraynayê de bi ser nekeve bibin asteng” bertek nîşan da.
Emmanuel Macron, medya fransî re ragihandibû ku ew amade ne li ber serkeftina Rûsya ya di şerê Ukraynayê de bibin asteng û bang li hevpeymanan kiribû di alîkariyên bo Ukraynayê de sînoran daneynin.
Peskov li ser van daxuyaniyên Macron hişyarî da Fransayê û ragihand, “Rastî ev e ku Fransa her diçe xwe tevlî nav şerê Ukraynayê dike. Parîs bi van hewldanên xwe re dibe hevrika Moskowê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin