Rûsyayê careke din hisyarî da Amerîkayê
PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia, ragihand ku ew çavdêrî dikin hin haziriyên eskerî yên bixeter li dijî dewleteke serwer tên kirin û divê ew hewldan werin sekinandin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Rûsyayê ji bo guftûkirina rewşa Sûriyê civiya û Vassily Nebenzia li wir xeber da.
Vassily Nebenzia wiha xeber da:
"Em dibînin ku hin haziriyên eskerî yên bitalûke li dijî dewleteke desthilatdar tên kirin. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Em bangewaziya van welatan dikin ku rewşa xwe careke din bi ber çavan re derbas bikin."
Herwiha îdîa kir ku êrişa kîmyayî li dijî Xûtayê dereweke Amerîka û hevpeymanên wê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin