Sahbanûya Brîtanyayê hilawistina parlamentoyê pesend kir

28 August 2019 20:03 0 dîtin
Sahbanûya Brîtanyayê hilawistina parlamentoyê pesend kir

PeyamaKurd – Şahbanûya Qraliyeta Yekgirtî (Brîtanya) 2. Elizabeth pêşniyara Serokwezîr Borîs Johnson a hilawistina parlamentoyê pesend kir û parlamena Brîtanyayê di navbera 9ê Îlonê heta 14ê Cotmehê îlonê de tê rawestandin.

Boris Johnson nameyek ji Şahbanûya Brîtanya Elizabeth a Duyem re şandibû û daxwaza pesendkirina hilawistina parlamenê lê kiribû.

Li gorî raya giştî ya Brîtanyayê ev biryar ji bo ku nîqaşên bo Brexit (cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê) li nav parlamentoyê bên astengkirin hatiye wergirtin ku tê çaverêkirin Brîtanya Brexitê 31ê Cotmehê cîbicî bike.

Biryara hilawistina parlamenê rastî bertekên tund ên opozîsyona Brîtanyayê hat ku gelek kesan ev yek wekî koteda bi nav kir.