Sandeke Parlamentoya Iraqê li Enqerê ye

17 April 2024 18:04 0 dîtin
Sandeke Parlamentoya Iraqê li Enqerê ye

PeyamaKurd- Nivîsgeha serokatiya parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şandeke ji parlementerên Iraqê ya dibin serokatiya Serokê Parlementoya Iraqê yê bi Wekalet Muhsin Mendelawî de serdana Enqereyê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku şanda Parlamentoya Iraqê li ser vexwendina fermî ya Tirkiyê gihîştiye Enqereyê.

Hate gotin ku wê şanda iraqî du rojan li Tirkiye bimîne û bi rayedarên Tirk re li ser hin mijaran rêze hevdîtinan bike.

22yê Nîsanê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê serdana Bexdayê bike û paşê jî derbasî Hewlêrê bibe.