Sedema mirina Nasrullah diyar bû
PeyamaKurd – Rayedarekî tenduristiyê û ewlehiyê ji ajansa Reutersê re axivî û ragihand ku termê serkirdeyê Heşda Şeibî ji devera ku êrîş lê hatiye kirin hatiye derxistin û termê wî saxlem e.
Rayedaran ragihandin ku sedema mirina Hasan Nasrullah travmaya ku ji ber tundiya teqînê derbas bûye bû û wan ti birînek rasterast li ser laşê wî nedît.
Êrîşa Îsraîlê ya ku navenda fermandariya Hizbullahê li başûrê Beyrûtê kiribû armanc, êvara roja Înê 27ê Îlonê, di demekê de ku ber bi tarîbûnê ve çûbû, pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 80 bombeyên ku di binkeyê de bûn hatin bikaranîn. Di saetên serê 28ê Îlonê de artêşa Îsraîlê ragihand ku Nasrullah hatiye kuştin.
Piştî çend saetan Hizbullahê bi daxuyaniyeke nivîskî wefata Seyîd Hesen Nasrullah piştrast kir û got, "Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê tevlî rêhevalên şehîd ên mezin û nemir ên ku nêzî 30 salan pêşengiya wan kir, bû."
Di derbarê merasîma cenazeyê Nasrullah de ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn, nûçegihanên BBC li Beyrûtê diyar kirin ku tê payîn ku merasîma sersaxiyê roja Duşemê were lidarxistin.
Tê texmînkirin ku navê ku wê şûna Nasrullah bigire wê Haşim Seyfeddîn, pismamê rêberê kuştî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin