Serokê îstixbarata Hemasê hat kustin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku Usame Tabbaş, serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê li başûrê Xezeyê hatiye kuştin.
Artêşê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh bi hevkariya Servîsa Ewlekariya Giştî (Şîn Bet) operasyoneke îstixbaratî hat kirin û di encamê de Tabbaş, ku serokê îstixbarata leşkerî ya Hemasê li başûrê Xezeyê û serokê yekîneya çavdêrî û armancgirtinê bû, hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tabbaş yek ji serokên herî diyar ên Hemasê ye, jêdereke girîng a agahî û planên operasyonê ye û hat destnîşankirin ku ew di nav wan de fermandarê tabûrê di Tûgaya Xan Yûnis de cih girtiye.
Tabbaş berpirsiyarê formulekirina stratejiya şer a Hemasê yê li ser erdê bû, di nav de koordînasyona îstixbaratê û rêvebirina çalakiyên li başûrê Xezeyê ji aliyê baskê leşkerî yê Hamasê, tûgayên Qasim ve.
Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Tabbaş di sala borî de jî di zêdekirina hêza Hemasê de cih girtiye û piştî ziyanên ku di şer de gihandiye hêza xwe ya leşkerî ji nû ve ava kiriye.
Derbarê vê mijarê de hê ji Hemasê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin