Serokê Gazpromê: Turkiye dibe navenda xazê

28 December 2022 23:37 0 dîtin
Serokê Gazpromê: Turkiye dibe navenda xazê

PeyamaKurd – Serokê Gazproma Rûsyayê Aleksey Miller li ser proja xazê ya ku navenda wê li Turkiyê çêdibe axifî û got:

“ Ev biryar di asta serokên her dû dewletan de hat dayîn û me dest bi bicîhanîna wê kir.”

Li ser mijarê serokê Gazpromê Aleksey Miller reqemên sala 2022an da. Milley got ku di sala 2022an de 412 milyar m3 hilberîna xazê hatiye kirin û dewam kir:

“Gazprom di sala 2022an de 412.600 m3 xaz hilberandiye. Wê ev miqdar têra hemwelatiyên me yên ku di nav welat de xazê bikartînin bike û têra îxracatê jî bike. Wê ji bo nav welat 243 milyar û 100 milyon m3, ji bo derve jî 100 milyar 900 milyon m3 bê dayîn.”