Tirkiyê Akademîsyena Îranî sand navenda pasvegerandinê

17 March 2024 10:35 0 dîtin
Tirkiyê Akademîsyena Îranî sand navenda pasvegerandinê

PeyamaKurd – Akademîsyena Îranî Dr. Shiva Kaviani ku ji ber bidawîbûna vîzeya wê ya Kanadayê du meh in li balafirgeha Stenbolê asê mabû, bo navenda paşvegerandina koçberan a Silivriyê hatiye şandin.

Akademîsyena Îranî ji ber ku nedixwest vegere Îranê û li Toronto ya Kanadayê bi cih û war bûye, 2 meh in li Tirkiyeyê asê mabû.

Piştî ku serlêdana wê ya vîzeyê hatibû redkirin ji meha Çile ve derbasî Tirkiyeyê bûbû û li Balafirgeha Stenbolê jiyana xwe didomand.

Tê çaverêkirin Dr. Shiva Kaviani, ji navenda paşvegerandina koçberan bo Îranê bê vegerandin.