'Tirkiye Çemê Firatê zuha dike'
PeyamaKurd – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Avn Ziyab di daxuyaniya xwe de got, eger Tirkiye siyaseta xwe ya avê bi vî rengî bimeşîne, wê çemê Firatê zuha bibe.
Wezîr Avn Ziyab diyar kir, rezerva avê ya Iraqê kêm e û got, "Di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de li ser parvekirina ava Firatê lihevkirinek heye û li gorî peymanê divê di saniyê de ji Tirkiyeyê 500 metrekup av berde."
Ziyab da zanîn, Tirkiyeyê nîvê ava ku di peymanê de hatiye diyarkirin hiştiye û wiha got, "Iraq dixwaze ev miqdar di çirkeyê de bibe 600 metrekup."
Bi taybetî li Iraqê ku di van salên dawî de hişkesalî zêdetir xwe dide hîskirin, rêveberî ji bo çavkaniyên avê gelek caran bang li Tirkiye û Îranê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin