Ji bo qutkirina ava çemê Firatê 124 rêxistinan Tirkiye sermezar kirin
PeyamaKurd – Ji bo qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirkî ve, 124 rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş Tirkiye şermezar kirin.
Li gor daxuyaniyê: “Peymanên dabeşkirina avê di têkiliyên navneteweyî û cîrantiya dewletan de, dozeke hiquqî ye, lê belê di salên derbasbûyî de, dewleta Tirk sûd ji rewşên kerasatî yên li Sûriyê digirt û ji hundirê sînorê xwe, ava çemê Firatê vediguherand bendavan. Di encama vê siyasetê de, rêjeya avê kêm bû û daket 200 metrekab”.
Herwiha, 124 rêxistinên civaka sivîl hişyariya rûdana bobelateke mirovî û jiyanî dan û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku zexteke cidî li hikumeta Tirkiyê bikin da ku pabendî qanûnên dabeşkirina avê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin