Tirkiye û Amerîka daxwuyaniya hevpar dan

09 March 2024 20:39 0 dîtin
Tirkiye û Amerîka daxwuyaniya hevpar dan

PeyamaKurd – Amerîka û Tirkiye daxwuyaniyekî hevpar dan û gotin:

“Tirkiye û Amerîka ji bo li dijî terora ku hebûna wan ya netewî tehdîd dike, dê hevkariya xwe zêde bikin û hevdîtinên xwe ji nûh de bidin destpêkirin.”

Li gor ragihandina di daxwuyaniya wan de; her dû soz dane hev ku têkiliyên xwe xwurt bikin. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di çarçova gera xwe ya fermî ya ji bo Amerîkayê, bi wezîrê karên derve bi Blinken re û bi senatorên Amerîkayê re hevdîtin kir. Paşî cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê balyoz Burak Akçapar di çarçova civîna mekanizma stratejik ya Amerîka-Tirkiyê de bi cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Kurt Campbell re hevdîtin kir û daxwuyaniya hevpar dan. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Di çarçova mekanîzam stratejik ya 7ê Adarê de, bi tevlîbûna dîplomatên di asta bilind de, li ser bingeha hevkariyê, hevdîtinên stratejik kirine, paşî di 8ê Adarê de wezîr Fidan û Blinken civîn kirine.

Di civînê de her dû wezîr li ser mijarên ewilî yên herêmê, têkoşîna bi terorê re, hevkariya bergiriyê, pêşdeçûna aboriyê, bazirganî, ewlehiya enerjiyê, guherîna kêşûhewayê û têkiliyên navbera mirovan di nav de, di sehayên din de dê têkiliyên xwe xwurt bikin.

Wê her dû teref di pêşdebirina sanayiya bergiriyê de derfetên heyî bikarbînin.”

Her dû teref li ser krîza Sûriyê, li ser koça xelkê Sûriyê û dagerandina DEAŞiyan ya ji bo welatên wan bûne hemfikir.

Mijara Azerbeycan-Ermenistanê, xwurtkirina NATOyê û Xezzayê mijarên her dû wezîran bûne ku li serê axifîne.