Trump bersiva Macron da

10 November 2018 20:06 0 dîtin
Trump bersiva Macron da

PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron gotibû divê li hemberê Amerîka, Rûsya û Çînê artêşa Awrûpa bê danîn. Li ser vê gotina Macronî, Trump gelek aciz bû û got: “Ev gotineka kêmxistinê ye.”

Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de li henberê gotinen Macron beyana xwe da. Beyana Trump weha ye: “Serokkomarê Fransayê Macron gotiye ‘divê bo parastina xwe ji Amerîkayê, Çîn û Rûsyayê Awrûpa artêşa xwe ava bike’. Ev gotineka gelek kêmxistinê ye. Belkî Awrûpa ewilî deynê xwe yê NATO yê bide ku Amerîka bi awayeka xurt destekê dide NATO yê.”

Macron gotibû heya Awrûpa artêşa xwe daneyne, di nava ewlekariyê de nîne.