Trump: “Ez ê sînorê Meksîkayê bigrim”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku bo koçberên di ser Meksîkayê de tên welatê wan, bo rawestandina wan wê hefteya bê sînoran bigre.
Trump, di ser hesabê xwe yê medyayê de weha got: “Ji rûyê Partiya Demokrat qanûnên me yên koçberiyê di dinyayê de qanûnên herî qels in.”
Trump got ku divê kongre van qanûnan biguhêre. Di peyameka xwe ya dinê de Trump got ku divê Meksîka nehêle koçber di ser welatê wan de werin Amerîkayê. Bi salaye ku di vê rêyê de pere qezenc dike û bûye xwedî serweteka mezin. Eger Meksîka koçê nede sekinandin, dibe ku temamê sînor an piraniya sînor hefteya pêşiya me bigre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin