UKMTO: Dibe kestî noqav bûbe
PeyamaKurd – Rêxistina Bazirganiya Deryayê ya Îngîltere (UKMTO), ragihand ku keştiya Hûsiyan li peravên derya Yemenê li Derya Sor lê xistibû, dibe ku noqav bûbe. Piştî muretebatên keştiyê hatibûn rizgarkirin, şopandina mijarê ji bo NAVAREAyê ya herêma 9ê ku navenda wê Pakistane, hiştibûn.
Keştiya navborî di 12ê Hezîranê de ketibû ber êrîşa Hûsiyan. UKMTO di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandibû ku:
“Keştî, di 12ê Hezîranê de li Yemenê li bajarê Hudeyde ku dikeve qerexê Derya Sor terefê Yemenê, ji bajêr 120 km dûr, bi fuzeyekî 5 an 7 metre dirêj, hatiye xistin.
Li gor agahdariya ajotvanê keştiyê, piştî teqînê av ketiye nav keştiyê û ji desthilata muretebat derketiye. Careka dinê li keştiyê xistine û muretebatê keştiyê ji terefê keştiyên leşkerî yên li deverê wezîfe dikirin de hatine rizgarkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin