Daxuyaniyeke metirsîdar ji Îranê: Dibe ku li tevahiya welat belav bûbe!
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê, bi zarê rayedarekî ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku dibe vîrusa Corona ya nû, li tevahiya bajarên Îranê belav bûbe.
Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Wehab îro Înê ragihand ku li tevahiya Îranê hejmara kesên bi vîrusa Corona ketine, 18 kes in û 4 ji wan jî mirine.
Elî Riza Wehab li ser twitterê got: "Heta niha 18 kes li tevahiya Îranê bi vîrusa Corona ketine, ji wan 4 li Tehranê, 12 li Qumê û 2 jî li Reştê ne û 4 kes jî mirine."
Herwiha ajansa Fars jî îro li ser zimanê wezîrê tendursitiyê ragihand ku 24 rewşên dişibin hev hene, niha ew li nexweşxaneyê ne û dê encamên lêkolîna li ser wan bên ragihandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta Iraqê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî çûnûhatina Îranê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê rawestandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin