Wezîrê Derve yê Fransayê gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gihîşt Hewlêrê. Drian ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û payebilindên Herêma Kurdistanê ve li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin Le Drian ku piştî êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de dest bi gera xwe ya Iraq û Kurdistanê kiribû, bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian, berîya ku dest bi hevdîtinên li Bexdayê û Hewlêrê bike ragihandibû ku ew dê di danûstandinên xwe de mijara DAIŞîyên di destê HSDê de gotûbêj bike û ji ber ku metirsiyeke mezin a 10 hezar girtiyên DAIŞê heye, ew dê li ser metirsiya heyî bi hemû aktoran re biaxive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin