Xortekî di bajara Meletiyê de fetisî

24 July 2020 23:29 0 dîtin
Xortekî di bajara Meletiyê de fetisî

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navçeya Batalxaziyê xortekî bo xwe hînik bike ket ava gola baraja Firatê. Lê piştî demekî dîtin ku xortê bi navê Y.S.K. (15) di nav avê de dipirpite. Hemwelatî ji Şaredariya mezin ya Meletiyê bo tîmên noqavê yên îtfaiyê alîkarî xwestin. Tîmên noqavê li dora 20 deqeyan cesedê xortê 15 salî ji kûrahiya 9 metreyê binê avê derxistin.

Tîmên tenduristiyê yên 112 mudaxeleya ewilî kirin lê xort jiyana xwe ji dest dabû. Cesedê wî birin morga Tib a Edlî ya Meletiyê.