Li Sêweregê xortekî di ava goletê de fetisî
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Sêwerega bi ser bajarê Rihayê de xortê bi navê Özkan Kantarmış (25) bi hevalên xwe re diçe geryana pîknîkê lê ji ber hewa zêde germe, dikeve ava golê û piştî demekî di nav avê de di pirpite û ji ber çav wenda dibe.
Piştî wendabûna ji ber çav, tîmên cendirmeyan, tenduristiyê û îtfaiyê diçin ciyê bûyerê û li dora yek seetekî li cesedê Kantarmış digerin heya dibînin. Piştî dîtina cesed, cesed dibin morga nexweşxana dewletê ya Sêweregê da otopsiyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin