Li Semsûrê xortekî di gola bendava Ataturk de fetisî

29 April 2023 00:13 0 dîtin
Li Semsûrê xortekî di gola bendava Ataturk de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li gundê bi ser navenda bajêr yê bi navê Kıvırcıkê, li taxa Hecî Xelîl xortê bi navê Kemal Aslan ket ava bendavê û piştî demekî ji bînahiya çavan wenda bû. Hevalên wî dîtin ku Aslan ji ber çav wenda bû, xeberê dan navenda 112an ya lezgîn.

Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û tîmên noqavê yên rêvebiriya asayîşa Semsûrê çûn ciyê bûyerê. Tîmên noqavê li ciyê herî dawiyê Kemal Aslan hatibû dîtin xwe noqav kirin. Tîm xwe gihandin cesedê Aslan û wî birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê.

Li ser bûyerê lêkolîna pêwendîdaran dewam dike.