Di nav gola bendava Dersîmê de termê jinekê hat dîtin

07 April 2020 16:10 0 dîtin
Di nav gola bendava Dersîmê de termê jinekê hat dîtin

PeyamaKurd – Di nav Bendava Golê ya Uzunçayir a li Dersîma Bakurê Kurdistanê, termê jinekê hat dîtin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî dibe ku ew termê jina bi navê Esma Kiliçarslan a ji 11ê Adarê ve winda bûye be.

Hat zanîn ku termê wê jinê di 15 metroyê nav bendava golê de hatiye dîtin. Piştî dîtina termê jinekê hêzên ewlekariyê û hawarçûnê çûne cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku ew ne termê xwendekara Kurd li Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ye ku ji 5ê Çileyê ve winda ye, lê hat gotin ku dibe ew termê Esma Kiliçarslan be.