Di roja cejnê de xortekî di gola ava bendava Ataturkê de fetisî
PeyamaKurd – Xortekî bi navê Abdul Razzak Alalı li navça Bozhewayê ya bi ser bajarê Rihayê, bi hevalê xwe re di roja cejnê de çû pîknîkê û ji bo xwe hênik bike dikeve ava gola bendava Ataturkê. Xort, ket ber pêla avê û ji pêş çavê hevalê xwe dûr ket.
Li ser agahdarkirina hevalên xort, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên noqavê xwe gihandin cesedê Razzak Alalı. Cesed ji avê derxistin û ji bo otopsiyê şandin morga tiba edlî.
Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin