Wezîfedarê ewlehiya Bendava Ataturk ya li navça Bozhewayê jiyana xwe ji dest da

18 August 2024 00:13 0 dîtin
Wezîfedarê ewlehiya Bendava Ataturk ya li navça Bozhewayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Wezîfedarê ewlehiya Bendava Ataturk ya li navça Bozhewayê ku bi ser bajarê Rihayê ve ye, Serdar Bağıran (44) ji bilindahiyekî de ket û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer ber destê êvarê (17 Tebax 2024) çêbû. Li gor agahiyan; Serdar Bağıran di wexta dixebitî de, mêzêna xwe wenda dike û ji ciyê bilind, ser piştê dikeve ciyekî ku kevir û goncal in.

Xebatkarên hevalên wî yên bûyerê dibînin, agahiyê didin navenda 112an ya lezgîn. Piştî mudaxeleya ewilî, Bağıran dibin nexweşxana dewletê ya Bozhewayê (Bozova). Serdar Bağıran li nexweşxanê can dide.

Cenazê Bağıran, ji bo otopsiyê didin Tib a Edlî ya bajarê Rihayê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.