Zavayê Trump bû namzedê Nobela Astiyê
PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku hevdem zavayê wî ye, Jared Kuşshen û alîgirê wî Avî Berkowitz ji bo Nobela Aştiyê nemzed hatin nîşandan.
Zavayê Trump, Jared Kushner û alîkarê wî Avî Berkowitz, bi sedema rola wan di peymanên aştiyê yên Îsraîlê bi Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexrîbê re ji aliyê profesorê fexrî yê Zanîngeha Harvardê Alan Dershowitz ve bo Nobela Aştiyê hatin destnîşankirin.
Kushner li ser namzed nîşandana xwe bo Nobela Aştiyê got ku ew pê serbilind e ku wekî namzed hatiye nîşandan.
Alan Dershowitz herwiha parêzerê Trump bû ku di doza wî ya sala borî ya ezilkirinê de parastina wî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin