106 leskerên Ûkraynayî yên li Bahmutê wezîfe dikirin serbest hatin berdan
PeyamaKurd – Di çarçoveya guhertina esîran de Rûsya û Ûkrayna car din esîran serbest berdan ku di nava wan de 106 leşkerên Ûkraynayê hene. Serokê ofîsa serokkomariya Ûraynayê Andriy Yermak di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di navbera Rûsya û Ûkrayna de guherîna leşkeran çêbûye. Yermak got ku 8 ji wan zabit bi temamî 106 kes hatin berdan. Yermak got:
“Leşkerên ku hatine îadekirin piraniya wan li Bahmûtê wezîfe dikirin. Kesên niha serbest hatin berdan tev weka wendayî dihatin qebûlkirin. Mirovên wan gelekî eziyetê dîtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin