Hikûmeta Îsraîl wê 50 hezar leskerên din ên rezervê jî vexwîne ser wezîfeyê

06 June 2024 09:34 0 dîtin
Hikûmeta Îsraîl wê 50 hezar leskerên din ên rezervê jî vexwîne ser wezîfeyê

PeyamaKurd - Radyoya Artêşa Îsraîlê daxuyand ku hikûmetê destûr da ku 50 hezar leşkerên din ên rezervê werin vexwendin.

Di nûçeya radyoya artêşê de hat gotin ku hikûmeta Tel Avîvê ji bo amadekariya şer û pevçûnên li bakurê Lubnanê bike destûr daye artêşê ku hejmara leşkerên rezerv ji 300 hezarî bibe 350 hezarî.

Di nûçeya rojnameya Israel Today de, hat îddîakirin ku zêdekirina kotaya leşkerên rezerv a artêşa Îsraîlê ji 300 hezarî bo 350 hezarî ne bi amadekariyên bakur ve, bi dirêjkirina êrîşên li ser Refahê ya li başûrê Şerîda Xezzeyê ve girêdayî ye.

Şîrovekarê nûçeyên leşkerî yê televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN Îtay Blûmental jî ragihand ku artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku zêdekirina kotaya rezervê ya ji bo erêkirinê pêşkêşî hikûmetê bê kirin, bi bakurê welêt (sînorê Lubnanê) ve girêdayî nîne.

Blumental di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X da nivîsî ku biryara zêdekirina 50 hezar kesî kotaya eskerên rezervê ya artêşê ji ber "çalakiyên li Refahê ji planên berê zêdetir însan xwar."

Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyaniyek fermî ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve nehatiye dayîn.

KANê di nûçeya xwe ya berê de ragihandibû ku artêşa Îsraîlê ji ber "îhtimala operasyoneke berfireh a li bakur" daxwaza zêdekirina leşkerên rezervê kiriye.

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halewî di daxuyaniya xwe ya doh de bal kişand ser rageşiya bi Hizbullahê re ya li ser sînorê Lubnanê û wiha got, "Em nêzî xala ku divê biryar bê dayîn, artêşa Îsraîlê ji bo êrîşê amade ye."

Halevî bal kişand ser aloziya li ser sînorê Lubnanê ji 8ê Cotmehê ve û got ku Hizbullah "berdêlek giran da".

Îsraîl a ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va êrîşên xwe yên li ser Xazeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hizbullaha Lubnanê re şer dike.

Hat ragihandin ku di van pevçûnan de 325 endamên Hîzbullahê, 65 sivîlên Lubnanî, 19 Tevgera Amal, 13 Hamas, 15 endamên Cîhada Îslamî, 14 leşkerên Îsraîlê û 10 sivîlên Îsraîlî mirin.