Xezza (Gazze) tevlihev bû Îsraîl gazî 25 hezar leskerên îhtîyadî kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîş bir ser Şerîda Xezzayê û di êrîşê de 10 kes mirin û 55 kes birîndar bûn. Nayê zanîn bê kîjan hêz lê ji Xezzayê fuzeyan avêtin Tel Avîvê û bajarên din û sîrena hawarê lê da. Artêşa Îsraîlê ket amadebaşiyê û gazî 25 hezar leşkerên xwe yên îhtiyadî kir. Artêşa Îsraîlê bi nivîskî ragihand ku sîrena hawara êrîşê li başûr û devera navendê lê daye.
Di daxwuyaniya artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezzayê li navendên rêxistina Îslamî Cîhadê xistine.
Berdevkê Îslamî Cîhadê Dawûd Şihab ji bo televizyona Al Jazeera yê ragihandiye û gotiye ku di êrîşa Îsraîlê de yek ji serpereştên tevgera wan Teysir el-Caberî hatiye kuştin. Piştî êrîşê grûbên Fîlîstînî yên li Xezzayê gotibûn ku wê bersiva êrîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin