Îsraîl bi balafiran li Xezzayê xist û 9 kesan kust

04 July 2024 00:09 0 dîtin
Îsraîl bi balafiran li Xezzayê xist û 9 kesan kust

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê bi Şerdîda Xezzayê di êrîşa ser bajarê Xezzayê de 9 Fîlîstîniyan kuşt ku di nav wan de zarok jî hene.

Di êrîşê de gelek xanî û apartman zerarê dîtin. Li gor yekîneye parastina Xezzayê; piştî êrîşa Îsraîlê agir bi xaniyê malbata Zerad ketiye. Di xaniyê li taxa Derecê de 7 kes hatine rizgarkirin û 2 kes can dane.

Li taxa Tel El-Hewayê jî 3 Fîlîstînî can dane. Cenazeyan birine nexweşxana El-Ehli Baptistê.

Li taxa Derecê di encama êrîşa Îsraîlê de malabata Saad kirine hedef. Di êrîşê de 4 Fîlîstînî hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.