Îsraîlê bi sedema belgeyên xef daneçapemeniya biyanî, 5 kesan xist binçav
PeyamaKurd – Ji cîgirên serokwezîrê Îsraîlê Eliezer Feldstein û 4 kesên din bi sedema belgeyên xef yên Îsraîlê dane derve an dane çapemeniya biyanî, hatin binçavkirin. Li ser mijarê rexneyên ji bo Netenyahu her diçe zêdetir dibin.
Li gor xebera rojnama Îsraîlê ya bi navê The Jerusalem Postê; ku piştî şerê 7ê Cotmeha sala 2023an anîbûn ser kar yê bi navê Feldstein ku cîgirê Netenyahu ye, ji nav artêşa Îsraîlê rayedarekî di asta bilind de bi temamî 5 kesan xistin binçav.
Dadgeha Îsraîlê do ragihandibû ku bi sedema belgeyên xef daye çapemeniya biyanî, cîgirê Netenyahu Feldstein bi sê kesan ve hatiye girtin. Belgeyên behsa wan têkirin ku dane çapemeniya biyanî di rojnamên Alman Bild û The Jewish Chronicle ku navenda wê Îngîltere ye, hatine belav kirin.
Di belgeyan tê gotin ku serokê Hamasê Yahya Sinvar qebûl nake ku agirbesê bi Îsraîlê re bike. Tê gotin ku bi sedema di raya giştî de bê gotin ku Hamas xwe nade ber agirbesê, belgan dane çapemeniyê.
Li aliyê dinê tê gotin ku heman belge sextene û ji aliyê Hamasê de hatiye dayîn ji bo çapemeniya biyanî!

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin