Serokwezîrê Lubnanê: Hêrisên Îsraîlê bûn sedema koçeke dîrokî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Lubnanê Necîb Miqatî diyar kir ku ji ber hêrişên Îsraîlê, li Lubnanê pêleke mezin a koçberiyê ku di dîrokê de nehatiye dîtin destpê kiriye.
Miqatî di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Beyrûtê li dar xist de destnîşan kir ku Lubnan pabendî biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û diyar kir ku artêşa Lubnanê ji bo cîbicîkirina biryara 1701ê amade ye.
Serokwezîrê Lubnanê da zanîn ku wan ji bo gihandina alîkariyên bilez ku têne Lubnanê dest bi hewldanan kirine.
Serokwezîr Mîqatî di derbarê kesên ku ji ber hêrişên Îsraîlê koçber bûne wiha got:
"118 hezar kesên ku ji ber hêrişên Îsraîlê koçber bûne li 778 navendên penaberiyê hatin bi cihkirin. Hejmara rast a koçberan ji vê zêdetir e û dibe ku bigihîje milyonekê."
Miqatî diyar kir ku ji ber bombebarana giran a Îsraîlê di nava çend demjimêran de ji bajarên başûrê welêt, herêma Bekaa û herêma Dahiye ya Beyrûtê ji nişk ve koç pêk hatiye û wiha dom kir:
"Dibe ku hejmara kesên ku li welêt koç dikin bigihêje milyonekê. Bi gotineke din, em bi mezintirîn pêla koçberiyê ya di dîroka Libnanê de rû bi rû mane. Milyonek kes hene ku neçar in ji cihên xeter biçin cîhên bi ewle."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin