11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê destpê dike

18 December 2020 12:00 0 dîtin
11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê destpê dike

PeyamaKurd – 11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, sibê di 19ê mehê de destpê dike û heta 23yê mehê dê berdewam bike. Nêzî 10 kurtefîlm û belgefîlmên derhênerên Kurd, wê di festîvalê de bên nîşandan.

Ji ber Koronayê, Festîvala Kurdan a Hambûrgê jî dê online li ser vimeo dê bê lidarxistin. Festîval 19ê mehê bi nîşandayina belgefîlmê derhêner Selim Yildiz ê bi navê "Diyalog" dê dest pê bike.

Di 20ê mehê de, sê berhem tên nîşandan: Anîmasyonê derhêner Emmanuel Temps û Hugo Volsin ê bi navê "Rojava", kurtefîlmê Nursel Dogan "Huşbe" û belgefîlmê Selene Verri û Magali Magnin ê bi navê "The Flowers of Rojava" dê bêne nîşandayîn.  

Di 21ê mehê de du berhem hene: Kurtefîlmê Rohat Merwan ê bi navê "Bêdengiya Xewnekî" û belgefîlmê Bayram Balci "Altindag" heye.

22yê mehê jî du berhem hene: Kurtefîlmê Ozcan Varda "We Want Fraternity" û belgefîlmê M.Salih Çelik û Kemal Hasanay ê bi navê "Mamoste".

Herî dawî Festîval wê roja dawî bi nîşandayîna 5 berheman bi dawî bibe. Pêşî belgefîlmê Rûken Tekeş ê bi navê "Hewêrk" dû re kurtefîlmê Kasim Ordek "IM Raining Down in to the City" û kurtefîlmê Ferideh Ghaderi ê bi navê "The Wall" dê bê nîşandayîn. Piştî van du kurtefîlmên din "Havîna Qulingan" ê Maryam Samadî û "Veger" ê Selman Denîz. Bi van re dê festîval heta salek din xatir bixwaze.

Ji bo têkiliyê:

FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ YA HAMBURGÊ